PolîtîkRojev

CHP di pêvajoyek zîz de, çavê herkesekî li 15ê Îlonê ye..!

Kongreya CHPÊ ya bajarê Stanbulê ji aliyê dadgehê ve hate iptal kirin û dewksa reveberiya Saxa Stanbulê ya CHPê de reveberiyek wek qayum hate tayinkirin.

Piştî betalkirina Kongreya Parêzgeha Stenbolê ya CHPê, hemû çav li ser doza “Bêwatebûna Mutleq” a derbarê kongreya mezin de ne, ku biryar e di 15ê Îlonê de li Dadgeha Sivîl a 42emîn a Enqerê were dîtin. Ger di vê dozê de biryarek bêwatebûna mutleq were dayîn, serokatiya Serok Özgür Özel dê îstifa bike, û rêveberiya ku ji hêla Serokê berê Kemal Kılıçdaroğlu û Meclisa Partiyê dê dest bi kar bike.


Di vê dozê de, rêveberiya Kılıçdaroğlu dê partiyê bibe kongreyek nû. Ev pêvajo dikare ji 90 rojan heta sal û nivê bidome. Rêveberiya partiyê îdia dike ku dadgeh xwediyê desthilata dayîna biryara bêwatebûnê nîne û divê doz were betalkirin.

Ji bilî Kongreya Asayî ya 38emîn a CHPê, daxwaza betalkirina Kongreya Awarte ya 21emîn jî hat kirin, ku Özgür Özel ji nû ve wekî serokê partiyê hatibû hilbijartin. Dozger dibêjin ku di Kongreya Asayî ya 38emîn de îradeya delegeyan hatiye xerakirin û gelek delege bi peran hatine qanekirin ku dengê xwe bidin listeya ku, Ekrem Îmamoglu pişgirî lê kirî. Ev yek ji aliyê gelek kesên di kongreyê de wek delege amadebûyin ve hatiye gotin û dadgehê de gelek ji wan li xwe mikur hatine.

Back to top button