Polîtîk

Çeteyên PKKê cardin êrîşê Baregehê PDKSê kirin

Berdewamiya êrîşên li ser baregehên ENKSê û PDKSê de, şevîdin li Girkê Lêge çeteyên girêdayî PKKê, agir berdan avahiya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriye.

Ev ne kiryara ewile û nabe ya dawi jî. Bi tenê daxûyaniya şermezarkirina van çalakiyên dijminatî nabe çareseriyek. Wek tê zanîn di vê derbarê de jî Balyozxaneya Amerîkayê ya Suriye roja 8ê Adarê peyamekê li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de gotibû: “Em li hember êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dilgiran in”.

Rojavayê Kurdistanî terora PKKê li ser kurdên ne hevalên wan berdewam e. Gerek ENKS bi helwest li gel Amerikayê behsa vê yekê bike. Tu cara HSD yan jî asayîşa PYDê ji bo çeteyên heyî û van tawana dikin, nikarin taserufekî bikin û wan bigrin û wan muhasebe bikin. Ji ber ku hemû yekin, dizê kulekîne û hayê wan ji hev heye. Di van êrîşan de gerek rasterast HSD berpirsîyar bê dîtin, hêzên Amerikê li deverê vekirî bêna agahdarkirin û heta radeyekî hişyariyekî bidin hevpeymana.

Rê li pêşiya ENKSê hene, ne ku tu rêyek nîne û mecburê qebûlkirina rewşa heyîne. Eger ENKS li xwe xwedî dernekeve û alternatifên heyî dema pêwist bi kar neyne, dê ev yek bêhtir cesaretê bide PKKê û dûvikên wê êrîşê wan bikin û wan roj bi roj zeyiftir bikin. Eger ENKS hişyariyekî nede DYA ,dê ewê bêdengbin bi daxûyaniyekî bûyeran derbas bikin.

Back to top button