Cîhan

Çeteyên DAÎŞê li Sûriyê 53 kes kujtin

 

53 sivîlên ku li rojhilatê parêzgeha Humsê ya Sûriyê kumik (kivark) didan hev, bi guleyan hatin kujtin. Ajansa SANA ya dewleta Sûriyê ragihand ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin. 

Çeteyên DAIŞê li bejahiya Humsê ya Sûriyê êrîşî sivîlên ku kumik berhev dikirin kirin.

Ajansa SANA ya dewleta Sûriyê ragihand ku di êrîşê de herî kêm 53 kes hatine kujtin. Hat diyarkirin ku cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Palmîra û hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane gule di serê wan de hatine berdan.

Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Palmîra Dr. Welîd Odeh, diyar kir ku her 5 kes jî bi guleyan brîndar bûne.

Back to top button