Kultur
Cemedanî mirov ji Corona diparêzê
Wezîrê Tendirûstiya Urdinê Dr Se’îd Cabir ragihand, bile em vegerîne ser nêrît û kevneşopiyên xwe û rûyê xwe bi cemedaniyê bipoşîn, ji maskeya tendirûstiyê gelek baştire û mirov ji tûşbûna virusa Corona diparêzê.
Dr Se’îd Cabir li hevpeyvîneke li gel televizyona Urdinê, behsa ewe kir ku bandora cemedaniyê her wekî maskeye.
Her wiha got: Cemedanî tê şûştin û paqijkirin û armanca wê jî eweye ku mirov ji dewrubera xwe biparêze û rêgire li maç û mûça xelkê û ewe jî tiştekî erênîye û mirov ji tûşbûna virusê dûr dixe.