Polîtîk

Çelakiyên heyeta Kurdistanê li Amerîkayê- 2

Di dyemîn roja sedana xwe ya bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berprisê yêkeliyên derve yê hikûmeta Kurdisdtanê û Qubad Talebanî pêk tê, çend civîn û hevdîtin digel senator, siyasetmedar, rojnamevan û berprisên kompaniyên mezin encam dan.

Di du civînên cihê de digel Jaimes Jons rawêjkarê berê yê ewlekariya entewîya Amerîkayî û endamên konseya ewlekariya netewî, şandeya herêma Kurdistanê behsa rewşa herêma Kurdistanê a piştî 10 salan ji azadiya Îraqê kir û îşaret bi wan destkeftî û pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bi dest ve ahtine di nava van salan de kir û got ku di warê binyatdanan, avadankirin, îstîqrar û aramiyê de herêma Kurdistanê gelek ji deverên din yê Îraqê cudaye.

Fuad Hisên di axavtina xwe de behsa destkeftiyên herêma Kurdistanê yên di warê damezrandina saziyan, çespandina demokrasiyê û pêkvejiyana tevaya pêkhateyên herêma Kurdistanê kir.

Berpirsên amerîkayî serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Amerîkayê bi pêngavek baş da zanîn û gotin ku bi rêya endamêm şandeya Kurdistanê ew ji nêzîk ve haydarî rewşa Îraqê û helwestê herêma Kurdistanê li hember çareserkirina kirîza Îraqê bûn.
Di heman rojê de şandeya herêma Kurdistanê digel redaksyona rojnameya Waşington Post û peyamnêrên Wall Street Journal hevpeyvîn kirin û bi dûrûdirêjî behsa rewşa herêma Kurdistanê, Îraqê û helwestê herêma Kurdistanê li hember pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, kirîza siyasiya Îraqê, têkeliyên herêma Kurdistanê digel cîhanê û welatên cîran, têkeliyên herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re, rewşa Suriyeyê û penaberên surî li herêma Kurdistanê  û hin pirsên herêmî zelal kirin.

Her di berdewamiya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve û Qubad Talebanî berpirsê fermangeha hevahengiyê, digel Maikel Dîlanî cîgirê nûnerê bazirganîya hikûmeta Amerîkayê bo karûbarên başûrê Asiya û Îraqê civiyan û hijmareke pirsêm girêdayî aborî, bazirganî û sermayerazandinê minaqeşekirin. Şandeya herêma Kurdistanê tekîd kir ku, Kurdistan dixwaze di warê siyasî, civakî, kulturî, zanistî û bazirganî de têkeliyên xwe digel saziyên Amerîkayê xuert bike.

Her li Waşingtonê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve û Qubad Talebanî berpirsên fermangeha hevahengiyê digel nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a li Amerîkayê civiyan û di civînê de kar û çalakiyên nûneratiya hikûmetê bilind hatin nirxandin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, nûneratiya hikûmeta Kurdistanê nûnera hemû xelkê Kurdistanê ye.
Şandeya herêma Kurdistyanê digel senatorê komarî Rocer Wîker civiya û di civînê de Fuad Hisên di axavtinekê de behsa kirîza siyasiya Îraqê kir û got ku, herêma Kurdistanê ji wê yekê dilgirane ku careke din hukimê diktatorî li Îraqê serî hilde û helwest û biryarên serokwezîrê Îraqê li hember pirosesa siyasî wê yekê diyar dikin ku, Îraq ber bi aqarekê xeter ve diçe.
Hisên daxwaz kir ku, senator û îdareya Amerîkayê di çareserkirina kirza Îraqê de rola xwe bilîzin.

Danial Yergîn ji saziya Kambrîç şandeya herêma Kurdistanê vexwand nanxwarinê û merasima nanxwarnê de hijmareke berprisên warê enerjiyê amade bûn.
Di merasimê de, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî behsa sektora enerjiyê û siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê neftê de kir û got ku, hemû pêngavên herêma Kurdistanê di warê enerjî û neftê de diavêje hemû yasayî û li gor destûra Îraqê ne. Hewramî got jî ku, divê samanê di berjewendiya hemû gekên Îraqê de be û bi awayekê baş mifa jê bê wergirtin.

Back to top button