Çekên Amerika bide HSD li dijê Tirkiye nayên bi karanîn
Amerika biryar da ku çekan bide Hêzên Suriya Demokrat. Di nav vê hêzê de gruba herî xort YPG ye. Tê wê manê ku amerika çaka dide YPGê.Tirkiye ji vê yekê ne rihete û heyetek bilind rêkir Amerika. Li gor medyayê Amerika ev çek bi hinek mercan daye YPGê.Amerika di vê derbarê de hinek deman dane Tirkiye.
- Çekên ku amerika bide HDS hemû tên qeyit kirin.
- Tenê li gora operasyona Reqayê û pêvistiyên vê operasyonê çeka dide HDSê.Karananina van çekan ji aliyê leşkerên Ameriki ve tên kontrolkirin.
- Dema hat tesbîtkirin ku ev çek li dverek din hatine karanîn , datina çekan disekinînin.
- Dema operasyona Reqayê dawî bibe çekên giran şûnde didin hêzên Amerikî.
- Dema Reqa bi temamî bê azad kirin, hêzên YPGê li Raqayê namînin û îdara vî bajarî dikeve destê ereban de.
Ji aliyek din ve berpirsê giştî yê Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) Nisrîn Ebdulah da da xuyakirin ku, ew bi tu awayî li dijê Tirkiye van çekan bi karnaynin. Tenê dê şerê DAÎŞê bikin.Di vê derbarê de Nesrin dibêje: Nisrîn Ebdulah da zanîn jî, tevî ku biryara Amerîka ya dayîna çekan li ser navê YPGê ye, lê YPGê û YPJê di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye û bi hev re şerê terorê dikin,Fermandar YPJê amaje bi wê kir, Tirkiyê ji 6 salan li dijî wan şer dike, lê ti niyaz wan tune ye ku van çekan li dijî Tirkiyê bikar bînin, ji ber ku ew rêza cîrantiyê diparêzin û herwiah sînor jî diparêzin.