Polîtîk
Çekdarên PYDê rojnemevanê kurd binçav kirin
Çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê rojnemevanek kurd girtin. Peyamnêrê kanala televizyona Zagros(ARK) Ehmed Sofi dema ji gundê Baneqesrê dihat Derêkê ji aliyê çekdarên PYDê ve hate binçav kirin.
Rojnemevan Ehmed Sofi endamê PDKSê ye jî . PDKSê ji bo girtina Ehmed Sofî daxûyaniyek derxist û daxûyaniyê de helwesta PYDê û girtina Sofî tê şermezarkirin.
Sendiqeya Rojnemevana li Kurdistana Rojava jî, di derbarê girtina Sofi de daxûyaniyek ragihandin û vê bûyerê şermezar dikin.
Li kurdistana Rojava PYD mafê jiyana siyasî ji aliyên din yên siyasî re nade û gelek guvaş li ser kar û xebata wan dike. Gelek endam û aligirên partiyên di nava ENKSê de girtîne û girtigehên PYDê de ne.