Sekertariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê êrîşa hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê bo ser gundê Banî Şikevtê de belav kir û tê de ew êrîş şermezar kir.Di daxuyaniyê de, ENKS dibêje ku komên çekdar ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve bi dehan otomobîl û bi sedan çekdaran ku hejmareke mezin ji wan ereb bûn, avêtine ser gundê Banî Şikevtê ku ser bi bajarê Dêrikê ve ye.Bi gotina ENKSê ew êrîş bi hinceta leşkerkirina bi zorê hatiye encamdan û gundî bi şêweyekî aştiyane di rûyê çekdaran de derketine û nerazîbûna xwe nîşan dane.Li gorî daxuyaniyê, çekdaran gulle avêtine jin, mêr û zarokên welatiyên sivîl û destvala û di encamê de 3 kes birîndar bûne û 3 kesên din jî hatine girtin.Bi gotina ENKSê rewş li gund heya niha aloz e.ENKSê bang li tevahiya hêzên Kurdistanî û Navdewletî jî kir, ku sînorekî ji binpêkirinên PYD re deynin.
Pêş
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025