Polîtîk
Çekdarên PYDê 3 endamên PDKS di çadirekî de şewitandine
Serkirdeyê PDKSê Kawa Azîzî ragihand ku PYDê 3 endamên partiya wan bi zorê birine leşkeriyê û li wir di çadirekê de agir berdane wan û ew şewitandine.
Di derbarê şewitandina 3 endamên Partiya Demokrata Kurdistana Suriye de, endamê serkirdiya PDKS Kawa Ezîzî daxûyaniyek da. Ezîzî dibêje: “Li Efrînê çekdarên PYDê 3 endamên me bi zorê birine leşkeriyê û piştre di çadirekê de agir berdane wan û ew şewitandine.”
Derbarê wê bûyerê de, Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd jî dibêje:“PYDê naxwaze termên wan hersê kesan radestî malbatên wan bikin û lêkolînê jî nake û sedema şewitandina wan jî eşkere nake, lewma jî ev amaje ye ku destê PYDê di kuştina wan de heye.”