PolîtîkRojev

Çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê du zarok revandin

 Malbatekî ji Kobanî û yek jî ji Qamişlo dibêjin ku zarokên wan ji aliyê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin.

Şakir Mihemed Hibo, zarokekî 14 salî ye û malbata wî dibêje, kurê wan Şakir roja 28ê Sibata îsal, ji cadeya Mûnîr Hebîb ya Qamişlo ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Malbata Şakir Mihemed Hibo ji Rûdawê re got, ew çûne Medîne El-Şebab ku baregeha Ciwanên Şoreşger li wir e li û ji wan re gotine kurê we ne li cem me ye.

Bavê Şakir dibêje, ji 1ê Adarê 2022yan ve wan navê kurê xwe li Ofîsa Parastina Zarokan tomar kirine, lê hîn tiştek ji bo wan nekirine û ji wan re gotine ku ew nikarin tiştekî bikin.

Herwiha li Kobanî jî malbeteke Kurd dibêje, kurê wan ê bi navê Fehed Ebdulrehman ev nêzîkî 8 mehan in ji navçeya Pîşesazî ya Kobanî ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin û heta niha ew tiştekî li ser wî nizanin.

Malbata Fehed dibêje, ji bo zanîna tiştekî li ser kurê xwe yê 15 salî, wan serdana saziyên cuda yên Rêveberiya Xweser kirine, lê bê sûd bûye û heta niha nizanin ka kurê wan li ku derê ye û çi hatiye serî wî.

Back to top button