Civak

Çekdarên PKKê ew kuşt

Çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), li çiyayê Sigêrê nêzkî gundê Sigêrê yê ser bi Amêdiyê wîlayeta Duhokê ve, hevwelatiyê bi navê Beroj Remezan, şehîd kir. Li gor hin agadariyan, Beroj Remezan roja 3ê vê mehê digel 4 hevalên xwe diçe çiyayê Sigirê/Metîna û li wê derê rastî çekdarên PKKê tên û çekdarên PKKê guleyan berdidin wan û di encamê de Beroj Remezan şehîd dibe û yên din bi êxsîrî digirin û îşkence didin.Beroj Remezan yê bi destê çekdarên PKKê hatiye kuştin, kurê şehîdekê başûrê Kurdistanê ye û bavê wî di sala 1988ê de ji aliyê rijêma Basê ve di enfalan de şehîd bûye.Li gor malbata Beroj î, ew digel hevalên xwe ji bo geriyanê çûbûn çolê û wan qed bawernedikir li ser erd û gundê xwe dê ji aliyê çekdarên PKKê ve bên gulebaran kirin. Çakdarên PKKê dibêjin: Me ji bi tirsandinê, ne ji bo kuştinê, gule berdnan wan.

Back to top button