PolîtîkRojev

Çekdarên PKKê êrîşê ofisa hevalbendê xwe kirin

Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê (PDK-RK) ya li bajarê Qamişlo hat şewitandin.

Ofîsa Ofîsa PDK-RKê ya li bajarê Qamişlo şeva derbasbûyî ji alilyê hin kesên nehatine naskirin ve hat şewitandin

Berpirsê Ofîsê Bêcan Îbrahîm ji Rûdawê re got, demijmêr 11.30ê şeva borî ew hatine agahdarkirin ku ofîsa partiya wan hatiye şewitandin û dema ku ew gihiştine ofîsê dîtine ku bi du molotofan êrîş çûye ser ofîsa û hetiye şewitandin.

Bêcan Îbrahîm  got: “Cîranan em agahdar kirin û em jî bilez hatin. Me dît ku di hindurê ofîsê de du molotof hene û agir bi ofîsê ketiye. Hevalên asayişê û tîmên vemirandina agir hatin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê di 25ê Kanûna 2018an hatiye damezrandin û ji wê demê ve Hekar Mîro sekreterê wê ye.

Ew partî ne di nav partiyên Rêveberiya Xweser û ne jî di nava Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ye.

Ev yek di demekê de ye ku li ser ENKSê, 24ê Îlona 2021ê li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina endam û alîgirên ENKSê, xwepêşandan li çend bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatin li darxistin. Lê di xwepêşandana Qamişlo de alozî derketin, û hejmareke endamên rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî xwepêşanda ENKSê kirin.

Piştî xwepêşandanên bi boyaxa reş li ser dergehê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriyê (PDK- S) û logoya partî û Alaya Kurdistanê gotinên xirab nivîsandibûn.

ENKSê grûpên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve bi wî kiryarê tohmetbar kiribû û gotibû: “Tê zanînn ku ev ne cara yekem e ku çekdarên bi ser PYDê ve, kiryarên bi vî awayî pêk tînin ji revandina endam û alîgirên ENKSê û êrîş û şewtandina ofîsan dikin.”

ENKSÊ herwiha ragihand ku wan û Rêxistina Aşûrî ya Demokrat nameyek radestî berpirsên ofîsa Neteweyên Yekbûyê kirin li Qamişlo, piştî xelk vegeriyan melên xwe, grûpeke serçavgirtî yên ser bi PYDê ve welatîyên bi navê Ziyad Mihemed Şerîf ji cihê karê wî li bazara Qamişlo revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Back to top button