Cejna Newroza 2020’ê li Kurdistanîyan pîroz bê !
Newroz wek cejna netewî û destpêka sersala kurdî li hemî gelên Kurdistanê pîroz bê !
Di roja Newrozê de du sembolên girîng derdikevin pêş: yek jê, vêxistina agir û ya din jî, bilindkirina Ala Netewî ye.
Cejna Newrozê wek cejna Netewî di heman wext de faktorekî xurte di pêşxistin û bihêzkirina bîr û ramanên netewî û di nêzîkkirina hêza welatparêz ya Kurdistanî de.
Mixabin kû îsal ji ber tehlûkeya Corona virus (CONVID-19) emê nikaribin bi şêweyên gelemperî şahîya Newrozê pîrozbikin.
Corona virus li piranîya welatên cîhanê û Kurdistan jî di nav de jîyan û bi taybet tevger pir aloztir kirîyê. Di navbera nêzî 100 rojên dawî de ji ber egera Corona virusê zêdetir ji 10.000 merivî canê xwe ji dest danê û ev hejmar roj bi roj zêdetir dibe.
Li Kurdistanê, ji alîyekî Corona virus, ji alîyekî Daeş û ji alîyê din vê zordarî, êrîş û barbarîya dewletên dagirkerên Kurdistanê, hejmara merivên kû jîyana xwe ji dest dayine û didin pir zêdeye.
Wekî tê zanîn, bi şêweyek giştî piranîya dîroka Kurdistan di nav şertên gelek dijwar de derbas buye.
Îro jî, di dema kû piranîya welatên cîhanê xwedî sistemek demokratîkin û mafên hemwelatîyên xwe yên mirovî, tendurustî, çandî, demokratîk, azadî û netewî pêkanîne an jî pêktînin, rewşa welatê me bi şêweyek giştî berovajî vê ye.
Di qonaxên wisa aloz de, pêwistîya me bi hev heye.
Bê goman, pêdivîyên hemwelatîyên Kurdistanê eveye kû bi xebatek welatparêzî û gelemperî, pêkanîna yekrêzî û yekdengîya civakî û sîyasî ye.
Di vê demê de, tişta kû me tênê ba hev, zêdetir û giringtire ji tiştên kû me nayênê ba hev.
Pêwiste em bi vê helwestê û vê rastîyê xebata xwe bidomînin.
Bi vî awayî em hêvîdarin kû Cejna Newroz-2020 bibe faktorek xurt di pêvajoya heyî de bo pêkanîna yekdengî û yekrêzîya xebata welatparêzên Kurdsitanê de.
PDK-Bakur bi dilgermî Cejna gelên Kurdistanê pîroz dikê û bi hevîya ku rojên paşerojê bo Kurdistanîyan xweşî, aramî, yekdengî, yekrezî û azadîyê bixwere bînê.
BIJÎ KURDISTAN
BIJÎ AZADÎ, DEMOKRASÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTAN
20.03.2020
PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR