Civak
Cejna miletê Kurd û alema îslamî pîrozbe
CEJNA REMEZANÊ LI MILETÊ KURD Û ALEMA ÎSLAMÊ PÎROZ BEPiştî Rojiya Remezanê, piştî meha xurtkirina îradeyê û azmûnê; Cejna Remezanê wek dîyariyek e bo Alema îslamê. Ev nîşan e ku piştî rojên zehmetiyê rojên xweş tên.Miletê Kurd jî niha pêvajoyeke zehmet dibuhirîne. Lê di heman demê de wek miletek îradeya me xurt dibe û em azmûna serxwebûnê didin.Em di serî de cejna Pêşmergeyên qehreman ku niha li pêşiya sengeran bi xwîna xwe azmûna dewletbûnê didin cejna hemû xebatkar û kedkarên Kurdistanê, cejna dayikên şehîdan ku nîşana îradeya miletê me ne, cejna miletê Kurd û bi giştî cejna hemû Alema Îslamê pîroz dikin.Em bawer in ku rojek zûtir emê cejna serxwebûna xwe jî pîroz bikin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ05.07.2016