Polîtîk

Çawa Celewla û Sadiye hatin rizgar kirin

Sekreterê giştiyê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva berpirsên Şîye dide û dibêje bajarokê Celewla bi tenê ji aliyê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye rizgar kirin û bajarokê Sadîye jî bi hevbeşî ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê, arteşa Îraqê û çekdarên Şîye ve hatiye rizgar kirin.

Duhî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji pênc aliyan ve êrîşî ser nahyeya Celewla û Sadiye kir û her du bajarok ji ji çekdarên DAÎŞ paqij kirin û bi timamî kontrol kirin.

Piştî rizgarkirina Celewla û Sadiye, Hadî Amirî fermandarê çekdarên Şîye di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got ku, bi tenê çekdarên Şîye û arteşa Îraqê ew her du nahiye rizgar kirin.

Di bersiva Hadî Amirî de, emîndarê giştiyê wezareta pêşmer Cebar Yawer dibêje ku, roja 23ê vê mehê bi pilaneke pêşwextamadekirî û di êrîşeke dijwar de her du nahiyeyên Celewla û Sadiye ji bin destê çekdarên terorîstiyên DAÎŞ hatin rizgar kirin.

Yawer dibêje ku, divê hemû alî û kes bizanin bajarokê Celewla bi tenê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye rizgar kirin û bajarokê Sadiye jî bi hevbeşî digel çekdarên şîye û arteşa Îraqê hatiye azad kirin.

Weke tê zanîn di azadkirina bajarokê celewla de 20 pêşmerge şehîd û nêzîkî 50 pêşmerge jî birîdar bûn.

Ew her du bajarok, Celewla û Sadiye ji deverên dikevin ber madeya 140ê ne û ser bi wîlayeta Diyalayê ve ne.

Back to top button