Cîhan

Ji endamtiya NATOyê re tenê “çend heftî” maye !

Rojameya Swêdî Expressen behsa pêvajoya endametiya NATO ya Swed dike. çavkaniyeka hukumeta Swed ji Expressen re daye xûyakirin ku, çend heftiyek din Swed dibe endamê NATO û Ala swed jî dikeve nava Alên hevpeymaniyan de. Di vêderbarê de rojenemevan Tomas Nordenskiöld nûçeyek di rojnameya Expressen a Swed de ragihandiye.

Nivîs bi vî awayîye:

Pêvajoya NATO ya Swêdê bi paşketin û bêhêvîyan derbas bû. Lê eger ji hukûmet baweriyekî bide, em nuha tenê “çend hefte” dûr in ku em bibin endamek tamamî ya hevalbendiya berevaniyê.

Çavkaniyekî hikûmetê dibêje, “Em li bendê ne ku di demeke nêzîk de erêkirina serlêdana Swêdê ji aliyê Tirkiyeyê ve dest pê bike û divê di nava çend hefteyan de bê erêkirin.”

Gava erênî tê dîtin ewe ku, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Înê ragihand ku ew ê roja Sêşemê hefteya bê serdana Stockholmê bike ji bo hevdîtinan bi Serokwezîr Ulf Kristersson û her weha Wezîrê Derve Tobias Billström û Wezîrê Parastinê Pål Jonson re bike.

​”Li hemberî Tirkiyeyê gelekî tundtir dibe”

Rastiya ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di meha Îlonê de tiştê ku gelekan jê bawer dikir eşkere kir, lê berî niha nehatibû gotin: Ku serlêdana endamtiya Swêdê bi firotina firokeyên F16 ji Amerîkayê re girêdayî ye, li gorî hukûmetê ev yek tê wateya serkeftinekê.

Dengê herdu serkirdayetiya NATO û welatên endamên din ên hevpeymaniya berevaniyê jî di dema payîzê de pir tûj bûye.

Çavkaniyekî dibêje, ji Vilnius û vir ve peyama Tirkiyê gelekî tûjtir bûye û NATO roleke pir çalaktir girtiye ser xwe

Di heman demê de, hikûmetê di demên borî de çendîn caran bawer kir ku dê dest bi tevgerê bike, tenê bi daxwazên nû yên Enqerê re were bersivandin. Lê şewitandina Quranê jî pêvajo aloztir kir.

Lê herî dereng têkildarî civîna wezîrên derve yên NATO’yê di dawiya meha Mijdarê de, ala Swêdê wê li baregeha NATO’yê ya li Brukselê bê bilindkirin, çavkaniyên hikûmetê ji rojnameya  Expressen ev yek piştrast kirin.

Çavkaniya di nava hukumetê de dibêje: Ti sedemeke me nîne ku em wekî din bawer bikin.

​Werger ji Expressen

Back to top button