Polîtîk

Çavê Kurdistanê li tûrîzma Misirê ye

 

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Hîşam Zezui wezîrê tûrîzmê yê Komaara Misirê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, wezîrê tûrîzma Misirê got ku, ew bi serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê gelek kêfxweş e û avadanî û pêşkeftinên meizn li herêma Kurdistanê  çêbûne û rola serokawezîrê Kurdistanê di pêşxistina aboriya Kurdistanê de bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî di axaftinekê de, serdana wezîrê tûrîzma Misirê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê bi gaveke erênî wesif kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe bi Komara Misirê re berfirehtir bike:

– Herêma Kurdistanê di hemû waran de îmkanên mirovî û madî hene, lê pêwîstî bi pisporî û şarezayîyê heye.  Em daxwazê ji Misirê dikin ku bi taybetî di warê tûrîzmê de alîkariya herêma Kurdisdtanê bike.

Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji şandeya mêvan kir ku, Komara Misirê jî, weke welatên din  yên herêmî û cîhanê, kompanî û sermayedarên xwe teşwîq bikin li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê hemû hevkarî û alîkariyan pê re bike.

– Komara Misirê jî weke gelek welatên din, dikare ji herêma Kurdistanê dest pê bike û di deriyê herêma Kurdistanê re xwe bigihîne deverên din yê Îraqê.

Şandeya Komara Misirê got ku, ev serdana wan ya bo herêma Kurdistanê dê bibe destpêka avakirina pireke peywendiyan di navbera her du aliyan de û tekîd kir ku hikûmeta Misirê amade ye di warê tûrîzmê de, li gor şarezayî û pisporiya xwe, hevkarîy û alîkariya herêma Kurdistanê bike.

 

Back to top button