Polîtîk

Çavê Ewrupa li ser gaza Kurdistanê ye

Dilşad Şaban Cîgirê Serokê Lîjneya Samanên Sirûştî û Uze(Enerji) ya li Parlemena Kurdistanê ragihand, li sê salên pêş de wê Kurdistan gaz bişîne Ewrûpa, lê belê wekî hengava yekem wêstgehên kehrebaya navxo dibine gaz û paşê gazê wê bişîne derve.

Şaban ragihand: Ewrûpa venaşêre ku çavê wî li gaza sirûştiya Herêma Kurdistane, li van demên derbasbûyî de li gel Konsolê Fransa me civînek hebû, Konsolê Fransa ji me re got ji bo pirkirina pêdiviyên wan çavê Ewrûpa li gaza Herêma Kurdistane.

Her wiha Dilşad Şaban got: “Li gor wan zanyariyên ku min ji Wezareta Samanên Sirûştî wergirtine, li sê salên pêş de li rêya Tirkiyê ve gazê dişînin Ewrûpa, lê belê wekî hengava yekem wêstgehên kehrebayiyên Kurdistanê dikin gaz û paşê gazê dişînin derve.

Back to top button