Polîtîk

Çareseriya pirsa Kurd li Qendîlê nîne

Pêş hilbijartina 24 Xezîranê, Serokkomar û hikumata Tirkiyê, bi şiveyekê germ û gur bahse êrîşa li ser çiyayên Qendîlê dikin û dibêjin Qendîl jî wê bibe wekî Afrînê.Erdogan û hevalên wî dibêjin, ku em ji Afrînê heya Qendîlê korîdorek ava bikin û bi eşkere behsa dagir kirina navçeyên hanê dikin.Leşkerê Tirk ji bona vê armancê xwe amade dike, deng û bahsên herêmî jî nişana vê yêkê ne.Pasava Erdogan û hikumetê wî “nehiştina terorê, parastina yêkîtî û evlehiya welat” in, ku serçaveyê pasavên hanê siyaseta fermî ya dewletê ne.Serokê MHP bi çoş û kelecanî piştgiriya operasyona Qendîlê dike û dibêje Qendîl îro divê were kavil kirine, yên ku têda ne bêne kuştinê.Partiyên opozîsyonê dinê yên bilî HDP, şuna ku dijî siyaseta êrîşkeriya hikumetê derkevin, dibêjin, ku hikumet bona bi dest xistina dengê zêde behsa operasyonan dike.Êrîşên ser Qendîlê û amadekarî di vî warê da, berdewamiya siyaseta resmî ya dewletê ye, ku bi salan e heye û şuna, ku pirsa kurd çareser bike, kûrtir û aloztir kiriye.Pirsa Kurd, PKK û çalakiyên PKK berhema siyaseta înkar kirina gelê Kurd e, dagirkirina mafên wî yên netewî û demokratîk e û bona vê yêkê jî bingeha çareseriyê guhartina siyaseta hanê ye.Yên ku pêwîst e ne operasyonên leşkerî yên dersinor in, ku dibine sedema kurtir û berfirehtir bûna tundûtijiyê.Yên ku pêwîst e siyasetekê nu ye, siyaset, ku li ser bingeha wekhevî û diyalog hatiye ava kirinê.Xwîna xortên Kurd û Tirk, şirustê, ku ji ber êrîşa leşkerî wê bê kavil kirinê, ji çend dengan bi nirxtir e.Hikumeta AK Partî divê dev jê vê siyaseta êrîşker berde.Divê hêzên azadîxwaz, aşitîxwaz û demokrat bê qeyd û şert dijî siyaseta êrîşker a hikumetê û operasyonên leşkerî yên li ser Qandîlê derkevin û destê xwe bidine hevdu.Çareseriya pirsa kurd ne li Qendîlê li Tirkiyê ye.07 Xezîran 2018Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Back to top button