Cîhan

Çareserî divê li ser bingehê realîteya nû a Îraqê be

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro (02.07.2014) li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Jan Fransuwa Jîrot rêvebirê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê li wezareta derve ya Fransayê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de; rewş û pêşhatên nû yên Îraqê, ew rewşa piştî kontrolkirina Mûsil û çend bajar û deverên din yên Îraqê ji aliyê çekdarên rêxistina terorîstîya DAÎŞ ve hatiye holê, metirsiya terorîstan û tesîra wan li ser vê rewşa heye û koçberbûna bi hezaran hevwelatiyên îraqî ji wan deverên şer lê bo herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Şandeya mêvan tekîd li ser wê yekê kir ku, pirsa terorê pirseke navdewletî ye û rûbirûbûn û çewaniya tevgera li dijî terorê jî berpisiyariya civaka navdewletî ye. Berpirsê wezareta derve ya Fransayê li dor pirsa terorê li Îraqê jî got ku, pirsa terorê li Îraqê bi tenê bi rêya leşkerî û bi rêya operasyonên arteşê çareser nabe û ji bo wê çareseriya siyasyî pêwîst e.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê, ji aliyê xwe ve, ji şandeya mêvan re zelal kir ku, Îraqa berî bûyerên Mûsilê û ya piştî wan bûyeran timam ji hev cuda ye û ji bo wê reşwa nû û Îraqê bi tevayî xandinek nû pêwîst e.  Barzanî got ku, her çareseriyek hebe divê li ser bingehê wê realîteya nû li Îraqê dirust bûye be.

Back to top button