Cîhan
Çare ji rûxandina xaniyan re hate dîtin
Şirketeke Îtalî materyalekî wek tora masiyan afirandiye û dema ku dîwarê avahiyan sewax dikin, di navê de bi cih dikin.
Îcar dema ku erdehej an rûdaneke wisan li avahiyan biqewime, ew nahêle ku dîwar bikevin erdê. Bi vê yekê kesên ku di avahiyê de ne, ji mirinê rizgar dibin.
Şirketa Îtalî li navçeya Vaianoya girêdayê bi parêzgeha Floransayê dimîne û ji vê materyalê gelek jî afirandiye û navê ”Segis” jî lê daniye. Ev tor ji poljester û pola têkel hatiye çêkirin, dema ku ew dikeve nava alkalinê hîn zêdetir bi hêz dibe.
Berpirsên şirketê gotine ku ev tor dema bi dîwêr ve bestekirî be, giraniya hetanî yazdeh tonan jî dikare rabigire.
Rojeva Kurd