Civak
Cardin xendek û operasyon
Îro sibehî cardin li 4 taxên Misêrbînê derketina derve hate ragihandin.Derketina derve ji bo şêkirina operasyona li dijê kolandina xendeqan hatiye ragihandin.Ji xwe di van taxên ku derketina derve hatî qedexekirin, xelk nemane û piraniya xelkê li van taxên ku xendeq tên kolan û operasyon çêdibin vale kirine.Bi awayek din hewldanek ji bo ku xelk cihê xwe biterkînê tê kirin.Bajarên Kurdistanê wêran dibin, kurd ji warê xwe derdikevin û dikevin kolanên xelkê.Ji vê yekê dewlet û PKK berpirsiyare.Pêwiste aliyên siyasî, dezgehên sivîl yên ku li dijê wêrankirina Kurdistanê van herdu aliyen mehkum bikin.Ev yek berdewam be , ew deverên tevgera azadixwaz a Kurdistanê bi hêze hemû di çerçova planekî hevbeş de tê vale kirin.