Cîhan
Cardin li Bexdayê êrîşê Amerikaniya kirin
Li Bexdayê cardin êrîşê bingehek leşkerî yê Amerikayê hate kirin. Bingeha Leşkerî ya Tacî li Bexdayê bû armanca êrîşekî. Lê tu zîyanek nebûye û kuştî û birîndar tunene.
Şevîdin 5 fûze avêtine bingehê Tacî û hukumeta Iraqê di vê derbarê de daxûyaniyek da. Di daxûyaniyê de agahdariyek zêde tuneye, tê gotin ku, bi fûzeyan êrîşê bingeheka leşkerî ya Amerîkî hatiye kirin û tu zîyanek çênebûye.
Lê heta niha tu aliyekî berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.