Civak

Cardin agir bi bazara Lengê ket !

Serê sibehî demjimêr 7:50 careke din agir bi bazara Lengê ket û tîmên Berevaniya Şaristanî karîn agir kontrol bikin û niha di qonaxa sarkirinê de ye.

Sedema agir ne diyar e, lê belê vê carê agir ji cara berê berfirehtir bûye û hejmarek dikan şewitîn.

Pêştir şeva 27ê Sibata borî jî agir bi bazarê Lengê ketibû û di encamê de, 166 dikan şewitîne û zirareke madî ya mezin çêbû.

Bazara Lengê ya Hewlêrê, ji bazarên navdar yên Hewlêrê ye, pêştir di sala 2018an de jî agir pê ketibû û piştre bi şêweyekî modern hatibû nûjenkirin, bi sedan dukan lê hene û hejmareke mezin ya welatiyan karê xwe tê de dikin.

Back to top button