Kultur

Çar rojnamevanên KNN îstîfa kir

Çar rojnamevanên televizyona KNN a Tevgera Goranê îstîfa kir.

Li ser nankoiyên siyasî û îdarî çar karmendên KNN TV, kanala fermiya Tevgera Goranê, des tji karên xwe berda û rêvebiriya KNNê jî destjikarkêşana wan qebûl kir.

Bêston Fayeq, Daban Mihemed û Mihemed Reuf ku, weke bêjer li kanala KNN kar dikir û Fazil Mihemed weke nûçesaz kar dkir, her çar karmendan weke diyarkirina nerazîbûnê li hember awayê birêvebirina kanalê KNN îstîfa kir. Ev her çar karmendên îstîfa kirî her ji destpêka damezrandina kanala KNN pê re bûn. 

Li dor destjikarberdana her çar rojnamevanan, Hişiyar Ebdula rêvebirê giştiyê kanala KNN di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got ku, raste wan çar rojnamevanan, ji ber karûbarên îdariyên navxwe weke, weke grûp îstîfa kiriye. 

Back to top button