Di operasyona ku li derdora Çolemergê tê kirin de, şer derket û di encama de 4 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê cenazeyên 4 gerîlayên HPG ku di şerê dijwar de jiyana xwe ji dest dane, anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Hate diyarkirin ku li herêmên Çiyayê Beranan, Çiyayê Bûsindî, Melûnan û Swarê Beriya operasyonên leşkerî dewam dikin.
Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî di derbarê şer de daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kir ku di çarçoveya “Operasyona Eren Dorpêç-29” a ku ji aliyê Birêveberiye Ewlehiyê ya Colemêrgê û Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Colemêrgê ve hatiye destpêkirin de 4 gerîlayên HPGê jiyana xwe ji dest dane.
Heta niha di derbarê mijarê de ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandibû, ku roja 4ê Tebaxê li bejahiya gundên Wargenima û Kêlban ên navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya 4 tabûran operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.