Polîtîk

Canê xwe da û nehişt terorîst bighin armanca xwe

Hêmin Salih-Şiwan Berzencî (Hewlêr): Di êrişa terorîstî ya roja şemiya borî bo ser baregahê Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê de, li gor şahidên nêzîkê bûyerê, şeş kadro û zêrevanên asayîşê bi awayekî biwêrane û kêm wêne rûbirûyê terorîstan bûn û nehiştin armanca xwe ya serekî pêk bînin.

Li gor agahiyên li ber dest, navên wan kadroyên asayîşê yên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dan û wek şehîdên parastina aramî û destkeftan hatin binavkirin, wiha ne: Hazim Macis Mistefa, Resûl Qadir Mamend, Hêriş Mihemed, Mihemed Cewher, Xidir Mihemed, Ferman Cebar û yê dawî jî ku doh li Tirkiyê canê xwe ji dest da Casim Hostanî bû, ji xeynî ku 62 kes jî birhindar bûn.

Li gor axaftina wan kesên ku agahdarê bûyerê ne, destpêkê pênc ji terorîstan di nav otomobîla yekem de bi bombe û gulebaranê êrîşî xala zêrevanên dergehê serekî yê baregahê Asayîşa Giştî ya Hewlêrê kirin, yek ji zêrevanan birhindar bûye û berdewam berevanî kiriye, zêrevanê duyem ku heta niha jî dijî, navê wî Raîd e û karmendê beşa heraketê ye, hat dawiya êrîşê û teqandina otomobîla duyem jî berevanî kiriye. Li gor şahidiya hemû kesên li wir şerekî qehremanane kiriye.

Piştre du ji terorîstan ji otomobîlê dadikevin û bi çek û bombeyan êrîşî baregah dikin, lê belê yek ji karmendên asayîşê bi navê Hazim Macid Mistefa ligel ku dizanî wî terorîstî kemera TNT li xwe pêçaye, êrîşî wî terorîstî dike, bi tundî wî hembêz dike û digire, êdî wî bernade heta terorîst xwe diteqîne û Hazim şehîd dibe. Lewma niha eger heye ku peykerekî Hazim were çêkirin û li ber Wezareta Navxwe were danîn.

Piştî vê têkçûna terorîstan otomobîleke corê mini bas ku ew jî ya terorîstan bû, tê teqandin û di encam de zêrevanên din şehîd dibin. Herwiha 62 kesên din jî birîndar dibin. Ewên ku haya wan ji bûyerê hebû wiha dibêjin; ‘’Eger otomobîla duyem nehatana teqandin, di êrîşa yekem de ku terorîst li beramber zêrevanan şikestin, tenê yek kes şehîd dibû ligel birhindarekî.

Li gor dezgahên ewlekariyê, bername ji vê êrîşa han re hatiye danîn, destpêkê terorîstan otomobîla mini bas teqandine û piştre bi narincok û çekan êrîşî baregah kirine. Li gor ku birîndar dibêjin, karmendên asayîşê biwêrane rûbirûyê terorîstan bûne û nehiştin armanca xwe ya serekî pêk bînin.

Back to top button