Kultur

Çanda cilên Êzdiyan li cejna Çarşema Sor da

Li devera Başîkê pêşniyaz tê kirin ku rojek ji bo cilên çanda Êzdiyatiyê bê danîn ev roj jî bikeve cejna serê salê da.

Dasin Qewal Silêman Sivu xwediyê pêşniyazê û Serokê berê yê Civata Başîk diyar kir ku li Başîkê û hemû deverên Êzdiyan çandeke dewlemend ya cilûbergan heye, me xwest ev çand û kultur her zindî bimîne di nava xelkê me da. Lewra me pêşniyazek kiriye ji bo xelkê xwe yê Êzdî roja bikaranîna cilên çanda Êzdiyan hebe û eve jî heke roja cejna serê salê (Çarşema Sor) hemû Êzdî cilên kulturî li ber xwe bikin, dê tişteke gelek baş be ji bo zindî ragirtina kultura bab û bapîran.

Her wiha eşkere kir ku Êzdî xwedî kultureke mezinin li Başîkê û Behzan, heta niha ev kultur hatiye parastin û xelk bikartîne, em pêşniyaz dikîn li hemû deverên Êzdiyan rojek hebe hemû xelkê me van cilkên xwe yên kulturî bikarbînin.

 

Back to top button