Polîtîk

Canan: Divê kurd bêjin erê

Parlementerê CHP-ê yê Colemêrgê yê berê Esad Canan, di daxûyaniyek ya xwe de behsa referandumê kir û go divê kurd di referandûmê de bêjin erê. Canan di daxûyaniya xwe de got ku, ez bawer nakim ku kurdek here ser sandiqê ji van guhertina re bêjin na. Kurdê dengê xwe bide, wê bêje erê. Ji ber ku helwesta ji bilî vê dikevê di xizmeta sistema zordar û statatukuyê de.

Esad got ku, li gora baweriya min wê dengên erê ji yê na gelektirbin. Herweha dê ev guhertin bibe destpêkek ji bo guhertinên din jî. Esad Canan sala 1980-ê hate girtin. Piştre du dewra di CHP-ê de bû parlementer. Lê di partiyê de dijê helwestên CHP_ê yên ne demokratî sekinî û ji CHP-ê istifa kir.
Li ser guhertina destûrê Canan got ku, heyîna vê destûra 12-ê îlonê ya cunta leşkerî ji bo hemû parlementeran aybek mezine. Diviya ji zû de tirkiye ji vê eyba mezin xilas bibûya.

Guhertinên di destûrê de çêdibin xelkê tetmîn nakin, lê carna hinek ji tunehiyê çêtirin. Ev guhertin rê li guhertinên din re vedike û divê destûr bi temamî bê guhertin da ku rê li pêşiya demokrasiyê vebê.

Canan di berdewambûna axaftina xwe de got ku, ez hêvî dikim roja dengdanê dengên erê zêde derkevin. Kurd li ser sendoqan, wê dengên xwe bi erênî karbînin û bêjin erê. Ev ji bo guhertina temamiya destûrê jî firsendek dîrokî peyda dike.

Back to top button