Civak

Çalakiya dijê polisên Trafikê şermezar dike

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, êrîşa çekdarê PKKê li dijê polisên trafikê şermezar kir.Ji berî du roja çekdarên PKKê li Diyarbekirê êrîşek çêkdarî birin ser otomobilek ya polisên trafikê û du polisan jiyana xwe ji dest dabû.Di vê derbarê de serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî got: Em êrîşa li dijê polisên trafikê qebûl nakin.Ev çalakiyên bi vî awayî wijdana civatê û me jî diêşîne.Elçî berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: Em sersaxiyê ji malbatên herdu polisan re dixwazin bila rehmeta xwedê li wan be.Li Bakurê Kurdistanê dezgehên sivîl û taybetê yên wek baroya Diyarbekirê hîn nebûne li dijê çewtiyên PKKê derkevin.Herdemî li himber gelek çewtiyên ji aliyê PKKê ve têne kirin bê deng dimînin. Heta gelek cara mecbûr dibin bi awayekî pişgiriya hinek çewtiyên PKKê jî dikin.Ji bo vê yekê ev daxuyaniya serokê Baroya Diyarbekirê girîng e.Eger li Bakur dezgehên sivîl ji bin bandora siyaseta partiyan de derkevin û erkên xwe yên dezgehî bi kar bînin dê ew bi xwe helwesta rast bibin stûnek bingehîn ya çareseriya pirsgirêkan.Pêwiste dezgehên sivîl xwedî îradeyek azad û serbixwebin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button