Nivîsar

Bûyerên Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Kujtina jina Kurd Mehsa Amînî Îran serûbinê hev kir û li gelek bajaran serhildanan dest pê kir. Ev çirûska êgir encama zilimkarîya rejîma Îranê û hebûna pirsgirêkên netewî, aborî û yasayên dijî mafê mirovan bû.  Helbet Mehsa Amînî ne tenê  ji ber ku porê wê vekirî bû hat kujtin, ji ber ku jinek Kurd bû hat kujtin. Kujtina Mehsa Amînî ji bo serhildana Kurdên Rojhilat û herweha ji bo gelên Îranê jî bû çirûska serhildanê. Serhildana Kurdên Rojhilat herweha bandora xwe li bajarên Îran û Azerbeycanê jî kir û li wir jî serhildanan dest pê kir.

Ev ne cara yekem e ku li seranserê Îranê çalakîyên serhildanê rû didin. Gelek caran li dijî yasa û helwestên rejîma Îranê çalakîyên girseyî hatine kirin, lê bê encam mane. Rejîmê bi zora xwe ew çalakî û serhildan vemirandine, dîsa kujtin û brîndarî bûye para gel.  Di bûyerên vê dawîyê de jî gelek Kurd ji alî hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. Bûyer didomin û wê çi encam jê derkevin ne kifş e.

Kujtina jina Kurd Mehsa Amînî, ji alî gelek alîyan ve ji qalibê netewî hat derxistin û tenê bi laçik û porê ve hat girêdan. Bêguman ev yek bi zanayî tê kirin û dixwazin naveroka serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê pûç bikin. Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê hatine û tên kirin ne ji bo doza  laçik û porê vekirî yan çarçefê ye. Ji wê zêdetir ji bo maf û heq û hiqûqê netewa Kurd e, ji bo xaka Kurdistanê ye. Ji bo ev rastî bê veşartin yan eşkere nebe, partî, dezgeh û rejîmên xêrnexwaz mijarê berovajî hev dikin û bi daxuyanî û çalakîyên cuda serhildana Kurdên Rojhilat bi laçik û porê ve girêdidin. Ev jî ne bes e, serhildana Kurdên Rojhilat tenê bi azadî û heq û hiqûqê jinê ve girêdidin û hewl didin wê ji naveroka mafê heq û hiqûnê netewî dûr dixin. Bi taybet PKK û der û dora wê vî karî baş dikin. Ji ber têkilîyên wan û rejîma Îranê, dixwazin berxwedan û serhildana Kurdên Rojhilat beravêtî bikin û naveroka serhildanê pûç bikin.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê carek din dubendî, sêbendî, çar û pêncbendîya me Kurdan raxist ber çav. Kurdên Bakur, Başûr û Rojava xukş û brayên xwe yên Rojhilatî bi tenê hiştin û dengekî xurt ji xwe dernexistin. Tenê bi çend daxuyanî û rêzgirtinê piştgirî û hevkarîyek netewî nayê kirin. Diviyabû li qad û kolanan qêrîna dengê wan bigiha seranserê cîhanê û Yekîtîya Milletan. Lê mixabin nebû û nekirin. Yên hêza wan hebû ji bo berjewendîyên xwe û dewletên ku pê ve girêdayî ne nekirin, yên bêhêz bûn jî newêrîbûn yan newêrin deng ji xwe derxin. Yanî, me pişta xwe da Kurdên Rojhilat û me ew bi tenê hiştin.  Ev yek jî bêguman ne Kurdayetî ye, ne netewperwerî ye, li dijî rê û rêbaza nemir Qazî Mihemed e. Qazî Mihemed digot „Kurdistan yek parçe ye, ne çar e.” Lê mixabin carek din xuya bû ku Kurdistan ne yek parçe ye, 4-5 parçe ye û her parçeyek li ser mirîyên xwe digrî.

Nûrî Çelîk

Back to top button