Burkay: Dem dema siyaseta medenî ye
Siyasetmedarê kurd Kemal Burkayê di hevpeyvîneke xwe de digel kovara Sivîl ku li başûrê Kurdistanê weşanê xwe dike, çend pirs û mijarên giring behis dike.
Burkayî lid or vegera xwe bi Tikriyeyê dibêje:
– Em ji ber dozekê ji welatê xwe dûrketibûn û jiyana dûrî welat hilbijart, di ferhenga me de nebû ku ji doza xwe dûr bikevin, em ji ber sedemêm siyasî ji welît derketin û her ji ber sedemên siyasî vegeriyan welêt.
Kemal burkay dibêje ku hindek kes û aliyan xwestin ku armanca vegeram bi awayekî din şirove bikin û ji jib o hindek mexsedên xwe bikarbînin:
– Me bi xwe îradeya xwe heye û em li gor wan pêwîstiyan yên ku me bawerî pê heye tevdigerin. Tu alî nikarin tesîrê li ser me bikin û m eli gor acendeyên xwe bikabînin.
Di bersiva pirsekê de ka çima demeke, piştî vegerê, Kemal Birkayî bêdenge,burkay got:
– Nexêr ne wusa ye, em ne bêdengin. Bervajî, div ê demê de megele çalakî kiirne, lê me nexwstiye gelek derbikevin. Em rojane gelek dîdarên mezin û giring dikin. Roj naçe şandeyeke serdama me neke û şandekê bi rê nekin. Berdewam em di av danûstandinan d ene û civînên siyasî û ferhengî saz dikin. Ji bilî civnên li Stenbulê, li bajarên Kurdistanê jî me zincîreyeke civînan saz kirine.
Li dor pirsa (vebûna demokrasî) û çareserkirianpirsa kurd li Tikriyeyê û paşdevegerana siyaseta Tirkiyeyê bo salên 90ê, Kemal Butrkay got ku Tikriye nuha di kirzeke siyasî de ye, tikiye li ber guhertinê ye û bi tu awaye bo salên 90ê paşde venager. Li Tirkiyeyê pirsgirêk hene, jib o çareseriya pirsa kur hikûmetê piroje niye lê:
– Divê em tiştekî bizanin ku nabe hertim cavê me li hindê be ku bi şev û rojekê çareserî bi ser me de bibare. Beşek ji mekanîzma çareseriyê li ser me bixwe dimîne. Pêwîste em jî ji bo çareseriyê hewil bidin. Çareserî bi wê yekê nabe ku bes dûrîşma bilind bikin, çareseriyê peywendî bi guhertina zihniyetê ve heye. Tevî hemû giriftariyan li Tirkiyeyê aqarekî xweş bo xebata siyasî heye. Dib eku li gor dilê me neb, lê em nikarin bêjin tiştek tu neye,
– Divê tiştek li bîra me be, ew jî ewe ku êdî wext wextê siyaseta medenî ye û li Turkiyeyê bi tenê siyaseta sivîl dê bikare girêyan veke. Dema wê ye ku xebateke siyasane a parlamentarîstane dest pê bikin. Şidetê qonaxa xwe derbas kir û divê pêşwaziyê li metod û mekanîzma nû û modern a tekoşînê bikin.
Di bersiva pirsekê de ka pirojeyê siyasyê wî şiye bo paşerojê, Burkay got:
– Em hewil didin ku vegera xwe bixin di xizmeta xebateke yekgirtiya kurdistanî de, herwesa di siyaseta sivîl de beşdar bîn û çi bikeve ser me em xwe jê nadin paş. Yaku em dixazin bikin ew ku di çarçoveyê grûpên legal ên kurdî de astê xebata xwe pêş bixin. Vê jî alet û mekanîzma baştir divê û pêwîste wan dabîn bikin. Em dixazin alîkariya pêşxistina rêzên Partiya Maf û Azadî bidin û çend bikarîn wê partiyê pêşbixin û cemawerê zêde bikin.
Li dor têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û têkeliyên navbera bakûr û başûr de, siysetmedarê bakûrê Kurdistanê kemal Burkay got:
– Metodê leşkerî bê encamp bû û ji nuha û pê de jî tu encaman nabin. Yaku em dibînin ewe ku sewyeya peywendiyên herêma Kurdistanê Tirkiyeyê ber bi pêş dicing, bi vê yekê re jî peywendiyên bakûr û başûrê Kurdistanê jî pêşdikevin. Ev peywendê pêwîstin, lê dive peywendiyên hevseng bin û yek terefî nebin.
– Bi rastî gelê me li başûr mînaka tekoşîn û qurbanîdanê ye û nuha jî lo pêşe. Me hertim ew qurbanîdan bi mînak înaye. Pêşkeftina têkeliyên navbeta bakûr û başûr hetmîne, me dozeke hevbeş heye û yek çarenivîs ê hevbeş me heye.