CivakRojev

Bombeya PKKê bi otomobîleke Pêşmerge ve teqiya

Alîkarê Wezareta Pêşmerge ragihand, li sînorê qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve, bombek bi otomobîleke hêzên Pêşmerge ve teqiyaye û di encamê de pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûye. Alîkarê Wezareta Pêşmerge dibêje, “bombe ji aliyê PKKê ve hatiye danîn.”

Alîkarê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand: “Di encama teqîna bombekê de li Çiyayê Metîna, pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûye.” Serbet Lezgîn herwiha got: “Bombe ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye danîn.”

Derbarê bûyerê de Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, ti daxuyaniyek nedaye.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba Facebookê ya wezaretê hatiye belavkirin, têkildarî bûyera îro dibêje: “Li sînorê qezaya Amêdiyê çekdarên PKKê mîneke vedayî li ser rêya hatin û çûna Pêşmerge û xelkê sivîl ê navçeyê danîne, di encamê de ev mîna vedayî bi otomobîleke Pêşmerge ve teqiya.”

Derbarê zirarên teqînê de jî hatiye gotin, “zirarên canî lê çê nebûne, tenê pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûye.”

Wezareta Pêşmerge dibêje, “PKK bi van reftaran metirsî li ser sînoran û xelkê sivîl çê dikin.”

Back to top button