Cîhan

Bolton ne bi keyfxweşî ji Tirkiye çû

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîka, John Bolton serdana Tirkiye kir û qewl ew bû ku li gel serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan bicive.

Lê Erdogan bi hêceta ku bernameya wî dagirtiye civîne ku li gel Bolton bike hilweşand.
Piştre Bolton li gel berdevkê serokkomariyê Ibrahim Kalin re civiya û piştî civînê bê ku konferansa çapemeniyê jî bike Tirkiye terikand.

Di derbarê serdana Bolton de, berdevkê serokkomariyê Ibrahim Kalin daxûyaniyek ji mo medyayê ragihand.

Kalin diyaxûyaniya xwe de behsa van xalên jêr kir:

Em û Amerika hevpemanin û di vê çerçoveyê de pêwendiyên me berdewamin. Ji bo pêwendiyên me di vê pêvajoyê de pêşbikevin tişta bê milê me emê bikin.

Yekitiya axa Suriye û yekitiya siyasî li Suriye girînge.

Divêsinorê Suriye ji hemû rêxistinên terorist bê pakijkirin.

Şerê li himber DAÎŞê de sekinandin nabe.

Em qebûl nakin Kurdên Suriye û YPG bi heve bêne girêdan.

Nabe pêvajoya vekişandinê firsendekî bide rêxistina terorist.

Kurd jî di nav de ji bo kesek sivil zererê nebine Tirkiye gelek bi hesasî hereket dike.

Nabê Amerika guh bide propagandeya PKKê.

Dê kesên pêwendidar vekişandina Amerikayê û tiştên şûn xwe ve bihelin hemûyê hûrgulî  binirxînin

Tu hevdîtinek programkirî di navbera Bolton û birêz serokkomar de nehatibû biryardan.Muxatabê Bolton kifşe.
Nabe ev yek wek redfelekî bê nirxandin. Raste em dxûyaniya birêz Bolton ya li Îsrail dayî ne razî bûn. Ev yek me jêre got.

Back to top button