Civak

Bluemina nivîsîngeha xwe anî Kurdistanê

Kompanya Bluemina kar ji bo wergirtina regezname û nişîngehiya berdewam dike stratejiya xwe berfireh kiriye û mezintirîn nivîsîngeha xwe ya li cîhanê aniye Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê û kompanya çendîn nivîsîngehên nû jî vedike.

Bluemina dixwaze karên xwe berfireh bike û rê ji bo dilxwazan xweştir bike ji bo berfirehkirina bazirganî û wergirtina pasaporta dûyem û nasnameya duyem takereyên xwe bi baştirîn awayî birêve dibin bêyî wê yekê ku pêwîst bike destberdarê nasnameya xwe bibin.

Wesîm Dawud damezrêner û Serokê Kompanya Bluemina ya ji bo nasname û nişîngeha berdewan balkişandiye li ser wê yekê ku ev kompanya li Iraqê ji bo pêwîstiya berdewam ya veberhêner û bazirgan û welatiyan ku dixwazin geştên berdewam û azad pêkbînin û her wiha ji bo mîsogerkirina paşaroja xwe pêwîstî pasaporta duyem dikin. Her kesek bixwaze pasaporta xwe ya duyem hebê yan jî mayina berdewam li her welatekî Ewrûpa û Komonwêlsa Brîtanî dikarê sûd ji xizmetguzariyên me werbigrê.

Back to top button