Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Riyadê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.
Di hevdîtinê de têkiliyên dualî û rewşa dawî ya Xezeyê hat gotûbêjkirin. Her du wezîran rewşa dawî ya Ukraynayê jî nirxandin.
Wezîra Karên Derve Fîdan li Riyadê bi hemtayê xwe yê Amerîkî Blinken re hat bahev.
Li gorî agahiyên ku ji rayedarekî payebilind ê Wezaretê hatin girtin; Di hevdîtinê de rewşa dawî ya Xezeyê û qonaxa niha ya danûstandinan hatin gotûbêjkirin.
Wezîr Fîdan diyar kir ku divê zext li Îsraîl bê kirin ku di zûtirîn dem de qetlîama li Xezeyê biqede, ji bo agirbesteke mayînde û alîkariya însanî bigihêje Xezeyê.
Di hevdîtinê de ku rewşa dawî ya Ukraynayê hat nirxandin, têkiliyên dualî jî hatin gotubêjkirin.
Fîdan bi Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û Serokwezîrê Malezyayê Envwar Îbrahîm re jî hevdîtin pêk anî.