Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg biryara Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ser naskirina herêmên li rojhilata Ukrayna şermezar kir.
Stoltenberg dîyar kir ku wê biryarê zarar daye serwerî û yekîtîya axa Ukrayna.
Wî da zanîn ku Rûsya bi naskirina herêmên Donetsk û Luhansk li rojhilata Ukrayna peymanên Mînskê binpê dike û got ew naskirina zararê dide hewildanên bo çareserîyê.
Sekreterê Giştî yê NATO dîyar kir ku Rûsya piştgirîya diravî û leşkerî dide herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukrayna û girjîyê gurtir dike.
Stoltenberg da zanîn ku Rûsya bo Ukrayna dagir bike hewil dide ku zemînekê çêke.
Putin roja Duşemê bi awayekî fermî ragihand ku ew serxwebûna du herêmên Rûsî-zar yên li rojhilata Ukraynayê nas dikin.
Herdu herêmên Ukraynayê yên bi navê Donetsk û Luhansk ji sala 2014’an ve li jêr kontrola cudaxwazên ser bi Rûsyayê ve ne.
Rûsya Nîvgirava Qirimê ya Ukranya jî di sala 2014’an de dagir kiribû.