Biryara dadgeha Bexdayê siyasîye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, desthilatdariya Bexdayê çi biryarê dide bila bide lê nikare kesekî weke Cîgirê Giştî yê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl bigrin.Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê îro roha pencşemê, derbarê Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl de, bi tometa ku ji hêzên ewlekariya Iraqê re gotiye “dagirker”, biryara girtinê da.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê vê biryara Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê daxuyaniyeke da û tê de ragihand desthilatdariya Bexdayî nikare Kosret Resûl bigre.Di daxuyaniya Barzanî de wiha hatiye gotin: “Ev biryara Dadgeha Resafe ku biryarekî siyasî ye bi zelalî pîşan dide ku eqliyeta dest bilind li Bexda bi çi awayekê ye. Gelêk raya xwe bi aştiyane derbibirê divê sizaya bi komel bidin, kesek raya xwe derbibirê divê bê girtin. Her ew eqliyete wiha kiriye kes nekarê li gel wan da bijî.”Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Bila desthilatdarên Bexda azad bin, çi biryarek didin bila bidin lê belê bila baş bizanin têkoşerekî wekî Kak Kosret û têkoşerên din jî bi wan nayê girtin û nikarin bigrin.”