Polîtîk

Biryara bûyera Hewlêr li Qendil hatiye plankirin

Neh roj piştî bûyera  Hewlêrê, ku têde dîpomatekî Konsulxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, Dije Terora Herêma Kurdistanê îtirafên êrişkaran belav kir.

Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: “Roja Çarşemî 17-7-2019 bûyereke teqekirinê li xwaringeheke bajarê Hewlêrê çê bû ku di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, bi navê Osman Kose û du hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi navê Nerîman (Osman Mihemed Elî) û (Beşdar Remezan Salih) bûne qurbanî.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistnaê dibêje: “Hêzên Asayiş û Dije Terora Kurdistanê karîn di demeke kêm de şeş kes, di pêwnediya li gel vê bûyerê de desteser bikin ku sê kes ji wan hevwelatiyên Tirkiyê ne, di nava wan de encamderê serekî yê bûyerê yê bi navê Mazlim Dag heye. Sê kes jî ji hevkar û alîkarên encamderên bûyerê hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ne. Herwiha çend kesên din jî ku têkilî bi vê bûyerê hene, û ji aliyê yasayê ve hatine daxwazkirin, lidûvçûn li ser wan berdewam e.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, ku plana êrîşê ji aliyê berpirsekî PKKê yê bi navê Fatîh (Botan) hatiye danîn.

Di daxuyaniya xwe de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Li gor îtîrafên tometbaran, bûyer terorîstî ye û çend meh berî niha ji aliyê berpirsekî PKKê bi navê Fatîh (Botan) li Qendîlê plan jê re hatiye danîn, bi armanca terorkirina karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û herî dawî têkdana ewlehiya Asayişa Herêma Kurdistanê. Her li gor îtîrafên encamderê sereke yê vê bûyera terorîstî, herdu hevwelatiyên Herêma Kurdistanê tenê bi gumana ku pasevanên dîplomatê Tirkiyê ne, hatine kuştin.”

Li vir naveroka îtîrafên tometbarên bûyera terorîstî tê belavkirin. Ji ber êrizgirtina ji kesûkarên qurbaniyên vê bûyerê, dema teqekirinê hatiye lêlkirin.

Back to top button