CîhanRojev

Biryar e nexşeyek ji bo vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê bê danîn

Bi beşdariya Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê di vê heftiyê de gera çaremîn ya gotûbêja stratejîk ya di navebera Iraq û Amerîkayê de li Washingtonê birêve diçe.

Şanda hikûmeta Iraqê ji bo civîna di navbera Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Washigtonê ye, piştî civîna herdû şandên ewlekarî yê Iraq û Pentagonê, duh wezîrên derve yê Amerîka û Iraqê civiyan.

Heşda Şeibî û aliyên siyasî yên nêzîkî Îranê û dijberên Amerîka li Iraqê daxwazê ji Kazimî dikin, di vê gera gotûbêjê de, rasterast daxwazê ji Amerîka bike, demildest 2500 serbazên xwe ji Iraqê vekêşe; ji ber vê yekê dijberên Îran û Heşda Şeibî jî tirsa wan heye ku Amerîka li pey wê daxwazê biçe û hevavayê Efxanîstanê; Iraqê bi awayek nediyar bi cih bihêle, herçende amajeyên Wezîrê Derve yê Amerîka şiroveyek din ji vê yekê re dikin. 

Biryar e nexşeyek ji bo vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê bê danîn. Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên got, Heya niha metirsiya DAIŞê li ser Iraqê maye û ew dixwazin li gel Amerîka bigihne rêkeftinekê. Herweha wezîrê derve yê Amerîka jî ragihand, hevbeşiya wan li gel Iraqê ne tenê li ser bingeha leşkerî ye lê rehendên wê yê cuda hene.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinke got: “Dilxweş im ku îro di gotûbêje stratejîk a di navbera herdu welatan de beşdar im ku aliyên zêde yên wê hene; ji wan şerê li dijî DAIŞê û dilniyabûn ji wê ku DAIŞ bi şikestî bimîne, lê hevpariya  di navbera herdu welatên me de gelek ji wê mezintir û kûrtir e.”

Yekem helwesta grûbên Heşda Şeibî ji aliyê Qeys Xezelî, Sekreterê giştî yê grûba ‘Esaîbî Ehlî Heq bû ku dijayetiya xwe bo amajeyên mana Amerîka li Iraqê  derbirî, ji ber ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên rasterast û  aşkera ragihand; pêwîstiya me bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî heye li dijî DAIŞê.  

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên dibêje: “Çalakiya DAIŞê ya terorîst hêj li Iraqê maye, kiryarên DAIŞê jî metirsî ne bo ser gelê Iraq, navçe û Civaka Navdewletî; ji ber wê pêwîstiya me bi Hevpeymana Navdewletî heye û karkirna ligel Hevpeymaniya Navdewletî bi pêşengiya Amerîka li dijî terorîstên DAIŞê.”

Biryar e Duşema bê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Washingtonê ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden, bicive. Derbarê civînê diktor Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Husên Ellawî ji Rûdawê re ragihand: “Kazimî hewla nîqaşkirina bernameya vekişînê dide bo kêmkirina hêzên şêwirmendî yên Amerîka li Iraqê, herwiha Kazimî hewla veguhastina peywendiya di navbera Iraq û Amerîka dide ku, ji çarçoveya leşkerî, ber bi çarçoveyek ku aliyên siyasî û aborî jî li xwe bigire.”

Back to top button