Polîtîk

"Birêz Serokwezîr ku hûn dixwazin xwînê birjînin, xwîna xwe birjînin"

Şanoger û muzîkjen Renan Bilek, ku li ser ekranên Kanal D’yê, bi rêzefîlma, “wê wisa dem derbas bibe ku”, bi rista “Suleyman” tê naskirin, bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re nameyek nivîsand. Di nameya xwe de diyar dike ku wî, qaxiza celpê girtiye û ew ê ji leşkeriyê bireve. Wiha dinivîse, “ez bona ku mirovên xizan bikujim, ne li ser rûyê erdê me… Ger ku dixwazî min bigrî, xeberê bide cendermeyên xwe.” Di nameya xwe de cîh dide şerê ku tê payin bi Suriyê re pêk bê jî û dinivîse, “Ger hûn jî dixwazin li Suriyê xwînê birijînin, fermo biçin û xwîna xwe birijînin.”

Renan Bilek wiha dest bi nameya xwe dike: 

“Birêz Serok Beg, ger ku dema we hebe, bona ku hûn bixwînin min ji we re nameyek nivîsî. Min qaxiza celpê a ku ji min tê xwastin ez berî çarşemiyê biçime şer girtiye. Ez naxwazim vê bikim. Ez bona ku mirovên xizan bikujim, ne li ser rûyê erdê me. Bona ku ez we biqeherînim ne lê mecbûr im  ji we re bbibêjim, biryara ku min girtiye ev e ku, ez ê ji leşkriyê birevim.”

Senarîst, muzîkjen, rojnamevan, nivîskarê lîstikên şano û romanê Boris Vianê Fransî, yê ku hîn di 26 saliya xwe de bi romanên wek “Kefa Rojan”, “Ez ê Tûka Gorra We bikim”, Li Pekînê Payîz” navdar bû, di sala 1954 an de li ser şerê Cezayirê di strana xwe a bi navê “Qaçaxê Leşkeriyê” de  wiha dibêje. 

Renan Bilek, di berdewamiya nameya xwe de li ser helwesta hikumetê a ku xaka xwe ji milîtanên Artêşa Azad a Suriyê re vedike disekine û rexne dike. Dibêje ku, “ji Amerîkayê bêtir helwesta Amerîkabûnê nîşan didin… Ev şera ne şerê me ye.” 

Şanoger û muzîkjen Renan Bilek, dawiya nameya xwe a bi Erdogan re nivîsiyê wiha girêdide:

Strana Boris Vian a Qaçaxê Leşkeriyê bi ev gotinana diqede:

“Ez ê sibe zûtir deriyê xwe bigrim, li ber çavê salên mirî, derkevime rêyan. Ez ê jiyana xwe parsê bikim. Li ser rêyên Fransayê, ji Brotayn heta Provensê. 

Û ez ê ji mirovan re biqîrim:

Red bikin îtaat kirinê, vê kirinê red bikin, neçine şer, red bikin dernekevine rêyan. Ger ku pêwîste xwîn bê dayîn, fermo xwîna xwe bidin, hûn hawariyekî baş in birêz Serok Beg. 

Ger hûn dixwazin min bigrin, ji cendermeyên xwe re xeberê bişînin, ez ê tevlî artêşê nebim û karin min bikujin.”

Birêz Erdogan, 

Ger ku hûn jî dixwazin li Suriyê xwînê birijînin, fermo biçin, xwîna xwe birijînin. We li Davosê bi “Van Minutê” nîşana me da ku hûn mêrekî wisa ne. 

Hûn rêberekî baş in. Fermo hûn di pêş me de biçin. 

Birêz Erdogan Beg!”    

Back to top button