Nivîsar

Birêz Salih Mislim, eger te tiştek navê, baş e hûn çi dixwazin?

 Zikrî Mûsa Hevserokê PYDê Salih Mislim di çavpêkevtinekê de ligel rojnameya El-Heyat, tekez li ser wê yekê kiriye ku siyaseta partiya wî li ser bingeha çareseriyeke siyasî ye, ku rê li perçekirina Sûriyê digire û li dijî serhildana statyoyeke kurdî kar dikin, herwiha wê yekê diyar dike ku ew bi vê siyasetê û di parastina Sûriyê de ji hemû partiyên din ên Sûriyê rastgotir in.Ev helwesta Hevserokê PYDê ku di asta medya de xwe wek nûnerê kurdên Sûriyê daye zanîn, cihê dilgiraniya gelê Kurdistanê ye. Mislim wê yekê baş dizane ku çavkaniya nehametiyên gelê kurd li Sûriyê ew e ku kurd wek şerîk û hevbeş di nava dewleta Sûriyê de nedihat dîtin.Sûriye dewletekî qelp e û bi zorê hatiye bihevekirin, ku bi rêya revandin û terorkirin û xweferizkirin û piştguhkirina nasnameya gelê kurd û çewsandina pêkhateyên din, di jiyaneke pir karesat de derbas bûye. Ew tişta ku Mislim daxwaza wê dike heman daxwaz û siyaseta rêjîma Esed û neyarên gelê kurd e.Birs ew e ku, eger Salih Mislim û PYDê statyoyekê bo kurdan rewa nabînin, baş e li çi digerin? Partiyek li piştgir be bo daxwazên dewleta sitemkar a Esed, dê çawa bibe cihê hêviya gelê kurd û pişt pê were girêdan?Di dema desthilatdariya bi darê zorê ya PYDê li Rojavayê Kurdistanê û ew hevahengî û rêkeftina PYDê ligel Esed û neyarên din ên gelê Kurdistanê, tenê yek rêkeftin ji wan rêkeftinên di navbera PYD û Esed û Malikî û neyarên din ên kurdan de bo berjewendiya pêşeroja gelê kurd nebûye. Ew tişta ku di navbera wan de heye rêkeftina îstixbaratî û leşkerî bûye. PYDê bê ku rêkeftineke siyasî li ser doza gelê kurd kiribe, tenê pere û çek ji Esed û Malikî û neyarên din ên kurdan wergirtiye. Lewma sirûştî ye ku ew helwesta Salih Mislim heman tişta ku rêjîma Esed û neyarên gelê kurd daxwaza wê dikin.Dîtina çareseriyekê bo damezrandina statyoyeke kurdî li Sûriyê û pêkhateya sunî û elewî û mesîhî û dirzî, vêga di çarçoveya federalî be yan konfedralî, ku tenê ev rêya bidawîhatina şer û wêrankariyê gelê Sûriyê ye, ku rêjîma Esed sedema sereke ye.Ev helwesta Mislim narast e û ziyanê digihîne doza rewa ya gelê kurd. Jibilî wê jî wê helwîstê dudilî li cem dostên gelê kurd dirust kiriye, ku ew alîgirê wê yekê ne gelê kurd li Sûriyê bi mafê xwe şad bibin. Partiya Mislim ya ku li dijî statyoyeke kurdî ye, di dosyeya demokrasiyê ya Rojavayê Kurdistanê û mafên mirovan de jî feşel aniye û biserneketiye.Em hemû dizanin ew desthilata xerab bi alîkariya rêjîma Esed hatiye pêş, çawa azadî û jiyana kurd û bizava rizgarîxwaza bertesk kiriye.Dirustkirina serêşeyê bo Hêzên Pêşmerge û destêwerdana PYDê li devera Şingalê jî, zêdetir guman li hember nêta partiya Mislim bihêztir dike.Partiyek ku xwe wek sûriyayîzim dizane çi karê wê li Şingalê heye, eger ne bi handan û fermana xelkên din be? Eger Misilim û partiya statyoyeke kurdî naxwazin û serxwebûnê bi pêwîst nebînin û eger di pêşxistina demokrasî û pêbendbûn bi mafê mirovan hatibin şikestin, baş e bi rastî ew çi dixwazin?

Back to top button