Ev Kamuran Bedirxan û Generalê Cumhuriyeta Mahabadê Mela Mustafa Barzanî ne. Sal 1970. Li Çoman, Li Gilale.Mela Mistefa bi 15 xalan Otonomîyê ji nava çavên dîktatorên Bexdayê bi darê zorê derxistiye û mafê muxtariyetê standîye.Ji Süleymanî Û KERKUK HEYA zAXO Kurdistan di binê hikmê Kurdan da ye.
Kamuran Beg hatîye pîrozbariya Mela Mistefa û Pêşmergeyên wîyên canfida û qehreman.Gava Mîr Kamîran ji seyara xwe peya dibî, Mela Mistefa xêrhatin lê dide û dest davê çenteyê mîr. Mîrê Botan xwe davê çente lê Barzanî çente nade yê Û DİBÊJE: Mîrê min hun mêhvan in. Bihêle em vecîbeya xwe ya mêhvandarîyê bînine cih. Ez pêşmergeyê te me.”…Mîr dibêje: “- Eger ne ji ber xuna pêşmergeyan ba nuha ez dikariyam bihatame serê vî çiyayî? Ev çiya, ev dar û devî DEYNDARÊN PÊŞMERGAN İN.”Mela Mistefa dibêje:”- Raste Mîrê min. Di saya serê Pêşmergan da em gihiştine vê qonaxê lê, Hun Malbata Bedirxaniyan mezinên Kurdistanê nin.
Çewa bê Pêşmerge nabîtin her wisa bê dîplomat û xwendevanan jî pêvajoya azadîyê naghêjê armanca xwe.”Kısadan hisse. Ev mesele gava ku sala 1971 ê ez 52 roj li mintîqa Çoman mam, hemî kesî vê gotubêjê qise dikiran.Gava dilê mezinên Kurdan bi miletên wan va bî, Xwedê şolê wan li hev tîn ê.Celaded û Kamuran 2 şexsiyetên bi serê xwe bê al û artêş li ser rastîyê textên xwe di dilê milyon Kurdan da bi cih kirin.Cîyên wana û hemû şehîdên doza welat cenneta rengin be inşaellah. …
Çavkanî: ji Facebook a Sinemxan Bedirxan