Nivîsar

Bira û biratî

 Bira û biratî du tège (Kavram) hin (Bira mirov an ji kes ji Dayîk û bavekin lè ? Biratî tişta ku mirov ji xwe re xwest ji Birayè xweyèn Mirovayè û Bawerîyè re ji bixwaze). Em bi Ayetek ku Xwuda dibèje – Gelî mirovan me we ji Dayîk û bavek afirandîye hun birane . Ev biratîya bi giştî ku mirov birayèn hevin. Dure – me we Milet bi milet gerandîye, ku hun hev du nas bikin. Di vir de Gel heye Faris Ereb Kurd firansî û hewd. Biratîya Nijadè (irk ) heye wek ku em Kurdin . Biratîya Bawerîyè hun – Bawermend birayèn hevin ( civakèn ku Bawerîya wan yekin, birayè hev èn Bawerîyè ne ) Lè ji Ol û Bawerîyèn din re jî rèzdar bin. Di vir de Ol û Bawerî ne bi tenî Nijadek an jî gelek bi tenèye ya Civakane. Wek mînak kesek Kurd , Ereb û Firansîyek di be ku Ola Misilman an Xiristîyan û Cihubin . Lè temsîla Gelan û Nijadan bi Zimanè wane, Erebek nabe Kurd . Kesek dikare bi bèje ez Oldarim an na, lè nikare bibèjè ez ne Kurd an jî Erebim . Biratîya dayîk û bavè yanè Xiwşk û birayèn ji Dayîk û bavekin.Lè tişta balkèş ku di Ayetè de -dibèje di navbera Ol û Bawerîyan de cudayî nekin, hun çewan bawerîya xwe diparèzin, her wisan jî ji bawerîyèn din re jî rèzdar bin . Di Ayetek din de jî – Me reng û dirufèn Erd û Asîman û xwezayè çewan Cuda cuda çèkirîye, her wisan jî reng û Zimanèn we jî cuda çèkirîye. Kes an jî civak zimanè hev du red û în kar bikin , ew Ayet û hebuna Xwuda înkar dikin. Ka em li biratîya me Kurdan û Kes an jî dewletèn li Rojhilata Navin de ku bi piranî dibèn em ‘Bisulmanin’ binhèrin. Pîştî Desthilatdarîya Emewîyan û Şehadeta Hz Elî û lawè wî yè Huseyîn Ol û Bawerîya ïslamè kete destè Emewîyan . Ol bu ola Serayan û Carîyan . Ev rèzik ji Ebasîyan , Selçuqî û heyanè Akp û Daişan berdewame.40 Milyon kurd hene Biratîya wan nayèn qebul kirin û Zimanè wan Qedexene. Bi sedan Pîr dede û Şèxèn me dar ve kirin, Medrese , dergah û Laleşèn me girtin . Bi hezaran jin Dayik û keçèn me kurdan Bi navè Ola Daiş û Akp desteser kirin . Hemu Şaredarèn me kayum avîtin ser û girtin . Gund, Bajar û warèn wan ruxandin. Hemu Parlamenè kurd bi Tevè Silhedin Demirtaş û Figen xanimè ve avîtin Zîndanan. R Tayîb bi xwe dibe serokè Akp è lè Silhedin demirtaş di zindanè deye. Navèn parqèn bi kurdî hemu rakirin navè Cerdevan û Kontran li dewsè danîn . Li Amedè Pankartekè de dibèjin, ji bona ku Ji Şèx Seîd re Fatîhekî bi xwînin, di bè hun di Referandumè de bi bèjin ERË. Başe ma gelo kes nabèje ey Ne camèran, ma Kurdan Şèx Seid darve kirin ? . Tahir El çî û bi hezaran Zarokèn Kurdan di bin Avahîyan de kustin. Tu dibèji bila Kurd nekevin Reqa û Musilè Lè YPG ji Şengalè derèn ,Tu ji Daîşè re çi dibèjî ?.Ka em bira bun ? Hun hatin welatèn Kurdan me derî ji we re vekir. Iro em bune ‘Teror’ hun xwedî welatin . Ez ne birayè weyè Bawerîyè me , ne jî yè Mirovayîyè me, lewre hun Inkara Ayetèn Xwida dikin , Zimanè min , Azadîya min , û ya gelè me we zîndan kir. Ez birayèn Azadî û Aşîtî xwaza me. Ol û Bawerîya wan çi di be bila bibe, Ji mafèn me re rèzdar bin , ew birayèn me Kurdane. Lè ? biratîya Feto û Receban naxwazim, lewre Xwida dibè – meyla xwe nedin Zaliman . Te Sur , Cizir û Bakur wèran kir ; ka karè we li Rojava û Şengalè çîye . Hun li ser Gorèn mirîyèn Xwe fatîha dixwinin. Tirba Silèman Şahè we heye . Ka Tirba Şèx Seîd, Xalid Begè –Cibirî, Qazî Mihemed,Sèx Evdilsalam Berzani û Seyîd Riza.Vè nivîsa min ji bona bîr anîna Şèx Seîd , Hevalèn wî û hemu Şehîdèn Kurd û Kurdistanè re. Bi wesyetek M Seîdè Kurdî biqedînim -Gelî Kurdan Xizanîya xwe bavèjin , Maldarbin / Nezanî yè bavèjin, Zana û xwene dabin / Bè tifaqîyè ji nav xwe bavèjin, bi yekîtî û tifaq bin . Bi hèvîya tifaq nav xweyî ya navbera me kurdan . Dure em hemu kes û gelan re di nava tifaq û biratîyè de bi karibin jîyan bikin.Feyzî mîrhesen

Back to top button