Cîhan

Bingehên Heşda Şeibî hatin bombebaran kirin

Li Rojhilatê Suriye nêzikî sinorê Iraq û Suriye li devera Ebukemal bingehên hêzên Şîe ku girêdayê Îranê ne hatin bombebaran kirin.

Bingehên milîsên Îranî li Suriye nêzikî gunde El Huri hatine bombebarankirin. Li gora agahdariyên deverê zêdeyî 10 kesî hatine kuştin û depoyên çekan hatine têkbirin.

Ne diyare ku balefirên kijan welatî ev bingeh kirine armanc. Lê tê zanin ku eve demeke, li Suriye û li Iraqê jî hinek bingehên leşkerî yên grubên ser Îranê ve û Heşda Şeibî hatine bombebaran kirin.

Îranî dibêje ku Îsrail van êrîşan dike. Îsrail bi awayek fermî xwedî li vê çalakiyê dernakeve. Lê tê zanin ku li hemû deverek ku Îran dibe insurê tehdîtê li ser Îsrail, dê Îsrail êrîş bike.

Back to top button