Bila Tirkiye ji Iraq û Suriye derkeve
Pêwendiyên navbera Iran û Tirkiye, roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçin. Taybetî di pirsa Iraq û Suriye de Îran û Tirkiye gelek daxûyaniyên tund li dijê hev didin.Rawêjkarê yekem yê Ali Hamaneyî, di derbarê heyîna hêzên Tirkiye li Suriye û Iraqê de daxûyaniyek da. Ali Ekber welayetî di daxûyaniyekî de got: Ewên bê izin ketine nava axa Suriye û Iraqê de dive derkevin. Yan ewê bi xwe derkevin yan jî dê ji aliyê xelkê suriye û Iraqê ve bêne derêxistin.Li Tehranê konferansa pişgiriya serhildana Filistîniya de, Welayetî û seroka parlementoya suriye Hediye Abas konferansek rojnemevani pêkanin.Welayetî da xuyakirin ku, xeyala Tirkiye ewbû ku, herin Şamê li mizgefta Emewî mêj bikin.Lê ev yek pêk nehat û tu cara jî pêkanyê.Yê serbikeve dê gelî Suriye û Hukumeta Suriye bê.Ji berî ku Welayetî vê daxûyaniyê bide, serokkomarê Tirkiye Receb Tayibayib Erdogan, li Bahreyn axavtinek ya xwe debehsa Îranê kirîbû. Erdogan gotibû ku, Îran li Iraq û Suriye , “qewmiyeta persî “ rêve dibe. Herweha wezîrê derve yê Tirkiye jî Îran bi siyaseta tayifî tawanbar kirîbû.