Bila Sala 2020 Bibe Sala Bi Dest Xistina Azadî û Demokrasiyê
Gelê me wekî gelê bindest pêşwaziya sala 2020 dike.
Li Tirkiyê siyaseta dewletê, ku li ser inkar û asîmîle kirina gelê Kurd hatiye ava kirinê, berdewam e.
Ligel evqas êş û azar, dewleta Tirk dev jê siyaseta xwe a çareser kirina pirsa Kurd bi rêka tundutijiyê bernedaye, ku nêzîkê sed sal e berdewam e û bi serneketiye.
Li Kurdistanê operasyona leşkerî û militarize kirina navçeyê berdewam e û her roj di du-sê navçeyên Kurdistanê da qedexe kirina hatin-çûyin tê ragihandinê.
Dewlet bersiva daxwaza Kurdan yên maf û azadiyê bi tepeseriyê ve dide.
Heyamekê dur û dirêj e, ku Kurdan nikarin maf û azadiyên demokratîk bi kar binin.
Mafê encamdana meş û xwepêşandanê hatine betal kirinê.
Mêş û xwepeşandan ji aliyên valiyan va, ku heryek bûne padişahek, têne qedexe kirinê.
Gava mafê Kurdan bêne holê, hemu nirxên insani û hak û huquqên navnetewî têne pêpes kirinê.
Hezên evlekariyê bi hovane êrîş dikine ser xwepeşandanêr, ku ligel hemu asteng û zordariyê derdikevine kolanan.
Dewlet guhdariya biryara siyasî gel nake, vîna gel, ku bi dengê xwe destnişan kiriye, pêpes dike, nûneran dixe zindanê.
Li Kurdistanê her roj li şuna şaredariyên HDP qayyum têne destnişan kirinê.
Doza daxistina partiyan, ku navê wan Kurdistan e, berdewam e.
Ligel evqas zordariyê, dewleta Tirk li rojhilata Navîn siyaseta dagirkeriyê bi rêva dibe.
Dewleta Tirk jêk belav kirina statuya Kurdan, beşekê Kurdistana Rojavayê dagir kiriye û her roj di vê perçeyê da operasyona leşkerî encam dide.
Dewleta Tirk bi henceta hebûna bingehên PKK, li Kurdistana Başurê operasyona leşkerî çêdike, di vê beşê welatê me da bingehên serbazî datine û serveriya Hikumeta Heremê dixe bin pêyê xwe.
Li Tirkiyê gel di bin xizanî bêkarî û zedê bûna baç û nirxên kelûpel da dinale.
Hikumeta AKP şuna, ku pirsên hanê çareser bike, li Deryayê Sipî û Efrîqayê Şimalê siyaseta dagirkeriyê bi rêva dibe. Bi benzinê diçe ser şewatê, ku di navçeye da heye, aloziyê kurtir dike, xwe amade dike, ku bo Lîbyayê leşker bişêyne.
Hikumeta AKP, ku nikare pirsgirêkên navxweyî çareser bike, dixwaze bala xelkê bikşine derweyê. Behsa man û nemana dewletê dike, dibejê “evlekariya netewiya Tirkiyê di bin metirsiyê da ye” û bi vî awayî hestên nijadperestiya Tirk û şovenîzmê bilindtir dike.
Lê belê dîrok jî di rêka xwe da dimeşê.
Tirkiyê ji ber siyaseta xwe ya ku di navçeye da bi rêva dibe, roj bi roj bi tenê dimine.
Ligel evqas zordariyê û astengan, li Kurdistanê xebata netewî û demokratîk berdewam e û gelê Kurd û zahmetkeşan bi dengeke bilindtir daxwaza mafên xwe dikin.
Ligel evqas zilm û zordarî û tepeseriya hikumeta AKP xebata hêzên demokrat û şoreşger bilind dibe.
Zengîlê xeterê êdî bo hikumeta AKP lêdide.
Bo hikumeta AKP gelek zahmet e, ku pêşiya dengê zengîlê bigre.
Kurd û Zahmetkeş û hêzên demokrat û şoreşger bi hêviyeka xurt pêşwaziya sala 2020 dikin.
Roj bi roj eyantir dibe, ku heya ku mafên Kurdan nayêne nasin, di Rojhilata Navîn da aramî û asayiş cigîr nabe.
Bandor û xweşnaviya Hikumeta Herêma Kurdistanê, hêzên Pêşmerge û tevgera azadîxwaz a Kurdistanê li navçe û navnetewî da roj bi roj zêde dibe.
Peyvendî di nava hêzên Kurdistanê da ber bi başiyê diçe, hêzên Kurdistanê nêzîkê hevdu dibin, ruhê hevkarî di nava wan da cigîrtir dibe.
Roj bi roj pirtir eyan dibe, ku di nava tevgera azadiya Kurdistanê û hêzên demokratîk a her perçeyan da pêyvendiyên xurt hene.
Ji bona ku sala 2020 bibe sala azadî, aşitî û demokrasiye, bibe sala çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û gîftugoyê, divê hêzên Kurdistanê herçi zutir li ser bingeha welatparêzî û demokrasiye bêne bahev. Hevkariya xwe pêkbinin û bi hevra di xebata demokrasî û guhartinê li Tirkiyê cî bigrin.
Bi hêviya evê, ku herçi zûtir hevkariya hêzên welatparêz pêk bê, daxwaz dikin, ku sala 2020 bo gelê me û gelen navçeye bibe sala azadî û aşitî û arami û asayişê.
30.11. 2019
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê