Bila referendum li deverên xrîstiyanan jî bê kirin
Jina Parlamentera Kurdistanê û ji lîsteya Kildanî, Suryanî û Aşûriyan daxwaz kir ku referendum li herêmên Mesîhiyên li deşta Nînovayê ne jî bigre nawxe û ew herêmana bikevin ser îdareya Kurdistana Başûr.Endama Parlamentoya Kurdistanê Wahîde Yaqo Hurmiz ku li ser lîstaya gelê Kildan, Suryanî û Aşûriyane ji malpera PDKinfo re ragehand ku; Ew wek gelê Kildan, Suryanî û Aşurî piştgiriya pêngavên peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin a pêkanîna referandûmê li Kurdistana Başûr dikin.Li gor Vahîde Yaqo Hurmiz, Hikûmeta Iraqê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê nade û girêdayî namîne bi rêkevtinan, ji ber vê jî dibêje: ‘’Em dibêjin dema herî gûncaw ji bo pêkanîna referandûmê û cudabuna Kurdistana Başûr li Iraqê ev demeye.’’Herwaha wa Parlamentera Kildan, Suryanî û Aşurî dibêje: ‘’Pêkanîna referandûmê diyar kirina pêşeroja Hewlêr û Bexdayê ye. Divê piroseya referandûmê herêmên Mesîhiyên deşta Nînova jî bigre nawxe û ew jî beşdarî siyaseta Kurdistanê bibin. Ji ber ku ew herêmana beşekin ji herêma Kurdistaniyan.