Civak
Bila parlemento li ser rewşa Efrînê civînek awerte bike
Firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike parlamentoya Kurdistanê li ser rewşa Efrînê civînek awarte li dar bixe.Serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav ji BasNewsê re got, me bi fermî daxwaz ji serokatiya parlamentoyê kir li ser rewşa Efrînê civînek awarte were lidarxistin.Omêd Xoşnav her wiha got, me her wiha daxwaz kir ku parlamentoya Kurdistanê raportekê li ser rewşa Efrînê amade bike û belav bike.Herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê, ji roja 20 vê mehê ve di bin êrişên asmanî, bejahî û topbarana artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye.Li gorî agahiyan, heta gelek sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.