Li Siwêd Însiyatîfa Serxwebûna Kurdistanê hate avakirin. Ji her çar beşên Kurdistanê 15 kesayet û kurdên welatparêz di vê însiyatîfê de cih girtine.Armanca wê, li tevahîya Kurdistanê û li seranserê dinyayê li ser înternet û sosyal medyayê peydakirina piştgirîya ji bo prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr e.Însîyatîfê nameyek radestî serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzani dike. Name bi zimanê Kurdû û Tirkiye em ya kurdî diweşînin.Name:Birêz Mesud BarzanîSerokê Herema KurdistanêRewş û derfeta Iraqê, ya rojhilatanavîn û cîhanê dest dide ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûna xwe gavê biavêje. Serxwebûna Kurdistanê mafekî rawa yê miletê me ye ku di dîrokê de tuşî gelek neheqiyan hatiye…Çênabe ev rewşa dîrokî bibe qurbana hin problemên navxweyî. Em hêvî dikin ku hemmû aliyên sîyasî, olî û neteweyî, saziyen resmi û sivîl nakokiyên xwe deynin alîyekî û di vê prosesa serxwebûnê de hevûdu bigrin bi yek deng û yek helwest bin!Serokê hêja, hêvî û armanca bi milyonan Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê ew e, ku Başûrê Kurdistanê bighîje serxwebûna xwe û ew ji bo tevayiya Kurdistanê bibe hêlîneke ewle!Daxwaza me ew e ku, yekitiya herî berfireh a hemmû alî û hêzên Kurdistanê pêk bê û prosesa serxwebûnê bighijê encamekê. Bi awayekî aram û ewle gihîştina encamekî serkeftî ya prosesa serxwebûnê de rola we ya lihevanîn û pêşengiyê gellekî giring e.Bila herkes zanibe ku di pêvajoya pîroz a serxwebûnê de, em ji dil û can bi we re ne!..Însiyatîfa Serxwebûna Kurdistanê